23/03/2020
Bi navê xwedê
Dema ez bêriya te dikim ez li te digerim gava ez te dibînim xwe winda dikim
Xweştir ji evînê avakirina hêviya ser evînê da em bijîn bê windakirin wek dara mizgefte Dekşûrî ev çendê sala hatiya birîn û hîn şona wê di hişên wan kesê ew dar dîtî
Memo bi te re bim ez bêriya te dikim vêça çawa tû ji min dûr bê ne ma karim bi xwe û berê xwe di dim bayê reş ew dara mizgefte leylanê ber çavê min ji kêfa dîlan d**e bihina min bê fereh dibê zanim te çiqas tûk û çûk jê anîna xwarê li wan dinerim heya çavêmin zora min di bin
Can evîn hêviya û hêvî behweiya û behwerî jiyana tû jiyana min can piştî 35 behar ser min va derbas bû ya bi dîtna te nû jiyana min dest pêkir dûrî te dest û bihna min girtiya di çim dera her bilind ser kevilên tarika banî û
2
berê xwe di dim rojava û te dibînim bi wan tîrêjên rojê ber ava bi dizî û fedîwok xwe dikişînê ji esmanekî ser hêviya bilind bû ya da rê bidê heyvê û şewqa te li dîn bûna min hadan û rewa kê û bêre bêra bihna min ferh dibê hema ev şev derbas bê siba çawa bê emê hev bibînin. şevê bi l*z û hesanî ser min derbas ba ber îro rok zû derkevê da ez siba heyva xwe bibînim . ji kêfa siba ez zû raketim û hew min dîd veyî sira dawiya şevê min şiyar dikê raba keko va ezê herim te bisbêrim rokê û te bi roja xwe şa bê . vê gavê rabûm min ser ruwê xwe şişt û dinanê xwe firça kirin û zêdey 2 çarîka ez bi porê xwe va man û dawî wek min dixwest çênebû û şûşa bihnokê li xwe valakir .min da rê hew min xwe dîd vayî ser min û hewîr dorê min do domana ji tenûra jina-pêa min
3
hemdiya li dera û tenûr xemlandiya ji girêkên hevîr da nan lê xê law memo xêra vê serê sibhê bi ko da . jinamê xêra xêra ....... .
Soza min û can demjimêr 10 va ez ،giham cihê civînê û hîn demjimêr ne bû ya 8 .ji nişikêva va can hat ba min hey kila çavê wê xemgîna . can çi derdê te memo can jinbava min aloziya ji min re derdixê divê heya ez sax bim ez di mal da bim û xizmete wê bikim an ez yekî gor dilê wê bikim
Memo : can xema ne xwe bi hişê xwe raman ba û biya dilê xwe bika
Can: memo can ka qarîşa şirwalê te û çima tû bê goreyî
Memo: canamin ez bi l*z bûm min behwer nedikir ez te bibînim
Wext vê gavê derbas bû . Ez û şevê bi hevra em gihan mal hêdî hêdî şev konê xwe ji esîmsnên bilind li zemîna reben veda di bin çavdêriya çend sitêrikê nîşanên evîn û hêvî û windaya . ew windayê li xwe digerin .
4
ew windayê dinav bere xwe û dilê xwe de . ew windayê dinav bere hestê xwe de . ew windayê di nav bere xwe û tirsa xwe de . dilêmin ma li ser rebena canê. wê çawa terezûwê bixê nav bere xwe û jiyana xwe ser van rûdanên ser wê derbas di bin .aliyek ew evîna xwe gor temenê xwe û temenê hezkiriyê xwe . aliyekî din jinbava wê ....
Êvarî bavê canê hat mal
hevjîna wî ta bi derziyê ve kir ser derkerina canê .bavê canê banig li canê kir û bê re axvî ser va bûyerên rû di din di jiyana wê da
can : yabo ez ne biçûkim û min hîç şaşîtî ne kirina yabo û heger evîn gunih bê bele ez gunihkar bim . yabo şeva berî herim civana xwe hey te jê hebû
qîzamin can tû divê heya xwe ji xwe bênê . xweşiya dinyayê evîna û behweriya û ez ne dijî te me ji vî alî û min li memo pirsiya ew jî xortekî pir
5
hêja ya . li tû divê zanbê nav bere te û mem dor 20 sala heya qîzamin wê bandore vî tişitî ser jiyan û pêseroja we hebê ma ev rastiyek qîzamin
can: yabo ev rastiye ke na saxa . lê ez dibînim evîn di didê ser hemî sînora . û evîn bi xwe bê sînora .evîn ser qeyid û merca ya
bavê canê: tiçarî min zor li te ne kiriya û dawaya jiyana xwe jî zorê li te nakim .de bila wek te bê canamin . û şîreta min ji te re li hişê xwe vegera û dawî biya dilê xwe bike
can : sipasssss yabo ser vê behweiya te dayimin .canê çû oda xwe û li hin sitrana guhdar kir û serê danî û orxan xwe kişand ser xwe dikin . dengê bavê wê ket guhê wê ji .jinbava wê re di got bela xwe ji canê vega bihêla ew jî jiyana xwe bikê
Jinbava canê : bavê canê .ez dibînim temen gelek di nav bere wen da
6
heya .
bavê canê: ji xwera bêja ma çiqas temen di nav bere min û te da heya
êdî jinbava canê qutkir .
vêça canê nizanîbû ev gengeşa dinav bere bavê û jinbava wê da xwen bû en jî rastî bû. ji ber ew çav xew bû .lê piştî vê bûyerê . canê bihin fereh raket
hêdî hêdî vedeng û piste pist bê hemid raweste wekî zingilekî li hemenkê da . ma şiyar benda siba da kesê razayî û şîyar jî şiyar . da govenda bê qonî da bileyzin .û. jihêla dî va
şev li xwe tenê ne di geriya .rê da heyva nîv qutî .heyvê roniya xwe ji esîmanên bê sitûn li zevî û newala diveda .şev zanê hin hene li benda wê roniya bê deng . da teyê xwe ber wê roniya seqet , bi dervekin û torkê xweyî hêvî û dermana bidrûn û bispêrin şeva lal da torikê we nemirê
7
û ne mînê bê kêl û nîşan
Serê sibhê memo ser dengê zingilê têlafûnê şiyar bû
Roj baş memo ez bavê canê bi te re me
Memo: ser çava xalo
Bavê canê : filan cihî û filan wextî divim te bibînom
Memo : ser çava xalo can
Di be ev dîdin bibê dîtna heyvê da siba bikin cejin piştî 2 sala ji rojiya evînê
Bû dema civînê
Memo : xalo can dem baş çawanî va ez hatim
Bavê canê : ser çava memo sipas
memo law berî niha min li te pirsî ye tû xortekî başî û dilsozî min tê kêmasî li te û malbata te ne dî lê belê nav bere te û canê dor 20 sala heya belkî ev tişt astengî ya ji we re derxê
Memo : xalo can ev ne derda go yek jiyana xwe ji ber bixê metirsiyê û zanba evîn bê sînora . xalo can va tê 8
û hevjîna xwe ma çiqas sal di nav bere we de hene
Bavê canê : raste memo bes dema me û we ne wek heva
Memo : ev jî rast bes evîn ew evîna
Bavê canê : de bila wek we bê memo
Xatir ji hev xwestin ,
Gotin ji sihrê dijwartira , şev roj jinbava canê di serê bavê canê da di xwenid , heye bavê canê soz da
Canê û memo ji hev re nabin yar heya ew sax , wek îro daweta jinbava canê ya ser kelaşê dilê mem û canê ,û li ber dengê ax û nalînê dilê herdû rebena govenda jinbava canê li dare
Canê : yabo te dilê min şikaind û tû zanê ez gotina te ticar naşikênim .lê zanba piştî memo mêr li min heram bin
Roj bi roj rewşa canê xiradibo heya bi nexweşiya dil ket . rebenê memo
9
nexweş ne ket lê jiyana wî nexweş bû . Ev zêdeyi salekê û hîn bavê canê ser ya xwe ya . Kes neme û ne ket navber wan lê bavê canê her ser ya xwe
Heya hin dost û hevalên memo û canê ji wan re gotin çara neman ji bilî revandinê
Canê: na naaaaa
Erê bavê min di mafê min de şaşa lê şaşîtî bi şaşîtî çara na bê û ti çarî ez serê bavê xwe na tewênim
Memo : revandin na ez ti çarî vê gêmaniyê ser canê na diyinm û vê tehne revandinê na diyim ser zarokên xwe . Bi dest xwedê divê ez canê ji mala bavê wê derxim ser bilind û kêf û kilîl jî
Memo û canê di çavên xwe û xelkê da pir mezin bûn
Ev 8 sal derbas bûn û hîn bavê canê
10
ser ya xweya û jinbava wê bi 10 an xwezgînî jê re anîn lê canê jî hîn ser soza xwe ya û hîn dilê wê ser memê rebene
Çîroka memo û canê bi li herêmê bilabû dilê miriya berî saxa ser wa dişewtî....
Memo temen lê westiya bû
Çend muwên reş mabûn wa jî ne ma xwe digirt ber lehiya sipî bûnê .ser wilo jî memo bi hêvî go siba xweştir bê
Xwezîgînê canê dihatin li canê wek bavê xwe û memo ser soza xwe ma ya
Bavê canê dibînê temen zora qîza wî di bê
wek temen sal bi sal canê gêmdikê ser wilo jî canê ji riya bavê xwe der neketiya
Rojekê ji roja deriyê mala bavê canê lêxist , bavê canê derî vegir vayî çend rû sipiyê herêmê û seydayê mizgeftê
11
dana pêşiya xwe
Bavê canê : fermo
Derbasbûn piştî bixêrhatinê û vexwarina çayê
Seyda bi dest axaftinê kir , bavê canê xwestekeke me li ba te heya , û em doza qedirê xwe li te dikin
Bavê canê : ser çava seyda lê go memo win şiyandibin ne xêr
Seyda : bavê canê sûnda te li me nîna li bi sûnd heya memo ji vê hatina me tune ye
Bavê canê : naxwe ezê xwesteka we bêk bênim inşaalah
Seyda : ji bo vê babatê em hatine
Bêre bêra rengê bavê canê hat guhertin
Seyda : em dinav guniha da fetisîna gunihê me besî me ne .bavê canê nekeva ber gunihê qîza xwe û rebenê memo
Bese dilê xwe vege , ma va qas sala
qîza te ji riya te derketiya
12
Bavê canê : raste qîzamin ji riya min derneketiya û ez bi qîza xwe ser bilindim
Seyda : ma keça te nikarî bû pişt te re herê bigihê memo
Lê qîza te dilsoz û hişmenda . û dilê wê ser te ya , yan rebenê memo ma çi gunih kiriya . Ma memo nikarî bû canê birevênê ya ji rê derkevê
Bavê canê : weleh ya xwedê memo camêra û mêra
Seyda : na xwe ya dî çi ya . û herker heznakin gunih bê emê rabin
Bavê canê : na naaaa . heznakin ne guniha û ya kî gunih bê ez dibînim ya mem û canê raste .
Lê mixabin min sûnd xwariya go ez canê nedim memo.
Seyda : bavê canê fitwa wê jî heya
Bavê canê : gelî camêra ji bo xatrê we tiştê win bê hatin wek we . Êdî rûsipiyê herêmê Sipasiya bavê canê kirin .
13
Lê vêdê dilê kesne şadbû . dilê hin kesne dî ne xweş bû mîna dilê jinbava canê
Çawa nexweşê ber mirinê û xwedê temenê nû jê re binvîsênê . Yan dayikek demek dirêj kezeba xwe windakiribê û ji nişikê ve çav zaroka xwe bikê , wilo bi canê û memo re çê bû piştî mizgîniya xelikê ji wan re .rojadinî rojê bavê canê memo vexwenda ser xwarinê
Herdû , Rebenê memo û canê man benda firavîna siba û hîn îro nanê taştê ne xwarine
Ev dor 9 sala can û mem bi rojiya dîtina evînê bûn , sebir û saman nema dê da jibo siba xuriyniya rojiya dor ketina evînê bişkînin
Memo û can ser agirin dema vexwendinê hat mem derî da lerzek hatiyê û tayek gerim ew girt
Derî vebû , bavê canê silav lê kir ew 14
derbaskir oda mihvana
Wextî memo di taya xwe de bi fetisê û deng jê na yê
Canê derbasî odê bû da silav li memê xwe bikê . memo ji ber rabû û silav lev kirin
Bavê canê : qîzamin fermo danîş be , ez 2 gotina ji te û memo re bêjim
ev 8 sal min zor li we kir hezķirina we rast û paqija , qîzamin ez bi te ser bilindim te gotina min li erdê nexist
Memo tû xortekî pir delalî , law derî ji te re vegirya tû canê bixwazê
Êdî bavê canê ji odê derket da derfetê bidê canê û mem
Canê: sipas memo tû li bendamin ma yî
Memo : sipas bû te can te xwe li ser min kir
Canê : memo carna min ji xwera di got , asman û zemîn bighin hev em
ne me digihin hev
15
Memo ; ez timî bi hêvî bûm û min timî xwe di siparte xwedê
Piştî firavînê xatir ji hev xwestin
man benda 2 heftiya dî da mem canê ji bavê canê bixwazê
Bû wextê xwezikînî . memo ahlê xwe û hin rû sipiyên herêmê dan pêşiya xwe çûn canê xwestin , ser her tiştî lev kirin û qelen jî birîn û seyda mehra wan birî ber dengê lillandinê û pîroz pahiyê da
Her kes kêfdikir ji bilî jinbava canê zikreş bû derbarê canê da
Memo û canê kara xwe û dawetê dikirin roja şahiyê man 2 roj û siba ser hine ya
Wek memo û canê dixwestin çêbo memo di derî ra ket mala bavê canê û ew vegihesit
Canê jî wek dixwest çêbû bi kirasê sipî
ser bilind ji mal der ket
Şahiyek pir xweş bû li dar ket
16
Ewqas êş û azarên xwe jibîrkirin
Heşta canê qediya bavê wê hat ew bir malîbava . Jinbava wê rû neda canê piştî 2 rojan memo hat peyî canê ew bir mal
Memo û canê roj bi roj jiyana xweş di bû li temené bihûrî poşman di bûn
Bi 2 miha rewşa canê nexweş di bû memo ji canê xwest go herê ser dextor , roja dî ji rojê memo zû ji kar hat dilê wî li ser canê bû memo meyzekir ve yî canê li mala
Canamin ka dextor go çê
Canê: memo kezebooo mizgînî min li te ... tê bi bê bav
Memo ji kêfa ewa ne di firiya
Memo : mizgîniya te ser xêrê bê
Siba emê li pîkapa xwe siwar bin û ezê te bim seyrane kê . canê .
Kara xwe kirin xwarin vexwerin xwe amada dikirin ji bo siba
Memo: sibhê kel û pelê seyranê
17
xistin pîkapê û berê xwe dan seyrangihê hêdî hêdî pîkap dajonit ji bo rewşa canê . piştî demeké heya memo ji bayê felekê ne bû tirqînî ji pîkapa wî hat . Bûyerek rûda pîkapek rû bi rû li pîkapa wî da , û memo çavê xwe girtin û ser hiş çû , xelkê derdorê bi wan va bezîn rewşa canê baş bû bes mat may ma bû . Memo qurtarkirin nexweşxanê kirin kes nizanê saxa yan miriya ، ew bi l*z kirin oda nişterkeriyê kirin
Canê : hewar û gaziya xwa di gihant de xwedê ji bo rewşa memo. Piştî zêdeyî 2 demjimêre bijîşik ij odê derket û şand beyî canê . Canê û bavê xwe ji kel derbasî ba bijîşik bûn
Bijîşik : bi dest xwedê qomaxa tirsê derbaskir , li mixabin lingê wî yek di sîvanokê da şikestiya , û gelek eziyet gihştiye sîvanokê wext jê re divê heya ser lingê xwe bimeşê . Êdî bijîşik pirsek ji canê kir : ma zarokê wa hena . Canê ma bê deng . Bavê
18
canê bersiva da : na zarokê wa tune ji ber , berî 2,3,miha hevjînî kirine . Lê bi dest xwedê zarokê wan birêda hene
Bijîşik: başa
Bavê canê: çima
Bijîşik: mixabin ji bandora bûyerê . memo ji mêranî ket
Canê û bavê xwe çûn oda memo. Vê hemî şaş û girêdanin
Ev yek mih derbas bû rewşa memo hêdî hêdî ber başiyê va di çê
Ji qehra ser memo canê êşa dil bê ra çê bû û bihna wê teng dibû . Heya bijîşik ji canê re got çiqas zaroka te mezin bi bê , wê hê bihna te tenigtir di bê û ne dûra bandor li te an li derkûşa te bikê , lê dilê canê ma ser derkûşa wê û ser memo jî ,piştî 5 miha rewşa memo ber bi başiyê va di çû , hin bi hin bi ser kopal dimaşî .Rojekê memo ji canê ra got : canê rewşa min nema wek berê di
19
vegerê û heya ji aliyê zaroka va jî .nema zarok ji min ra çê di bin . Tû bixwazê ji veqedê ev beryara te ya
Canê : memo tû mirin û jiyana min rabo memo serê wê maçkir
Canê ket miha 8 rewşa wê pir xirab dibo ji bihin çikanda wê , rewşa memo baştir dibo
Rojekê jinbava canê serdana canê kir canê ma matmayi bi dîtna jinbava xwe xêr hatin bi kir rabû babet bûyera memo vegir
Jinbava: qîzamin canê divê tû zanbê mêrê te çû bû nîv zilam ya baş tû xwe jê berdê jiyan bê zarok nexweşa biştî vê gotinê jinbava wê xatir jê xwest û çû
Bi şev memo û canê di axvîn ser zaroka way bê ka çi nav lêkin
Canê : heker qîz bê ber navê wê xuşîl bê
Memo: heker lawik bê ber navê wî Êvar
20
Pêşî ber sehetek sivik ji bo te û wênek bê 3eyb
Canê: memo min bib nexweşxanê ez pir dêşim
Bijîşik lê nerî û ji memo ra got rewşa hevjîna te zora ji ber dilê wê divê di bin çavdêriyê da bê heya rehet bê ev 8 roj der basbûn rewşa canê xirabtir di bê . Bijîşik gazî memo kir û jêra got : wê hevjîna te îro reht bê bi dest xwedê tê bibê bav
Memo: inşaalaf bes dilê min ser canê ya
Bijîşik: ez ji te naveşêrim rewşa canê zora .
Canê birin oda neştegiriyê , memo aniya wê maçikir xwedê sehetek sivik û wênek bê 3eyb
Memo ser agira ev dor yek demjimêr çêbû
Ji nişikêva bijîşik derkert dîmenên wî tevlî hev
Memo û bavê canê :xêra bijîşik
Bijîşik: rewş xiraba man dû rê li
21
pêşiya ma yan derkûş yan canê rewş zêdeyî wilo ne ma dê hilgirtin
Bavê canê rûnişit û girî . Gişa li mem nerî biryar ya wi ya
Memo: nîna xweda ji te bê va
Rebêmin tû li me ne girê em ji gunhkara ne . Canê ji min ra jiyana ev dana xwedê ya min canê divê
Canê ji bencê şiyar bû zanîbû tiştek jê gêma li dora xwe nerî ka zaroka min ka zaroka min
Hin bi hin tundirostiya canê aram di bo lê rewşa wê ya deronî kambax di bo
Heya rojekê ji memo pirsî çima te ez neqandim ser zarokê û tû zanê tû nema karê zaroka bênê bile te gotiba niştegiriyê çêkin min canê jî divê û min zarok jî divê û tiştê xwedê kirî
betal nabê ev çi mêjî ser te ya
Memo : tû mijî û dil û jiyanamin canê roj bi roj canê dê guhertin nav bere
22
wê memo kambax di bê û beram ber jinbava canê xwe nêzî canê dikê û nav bere wen pir xweş dibê û her jinbava canê di serê canê da dixwênê jiyan bê zarok nabê û memo zarok nema jê ra çêdibin,
Gotin ji sihirê mestira.
Riya xeydê vebû û dil dilzar bû û hêvî qitbûn û rêzdarî rabû
Bi roja û heftiya canê di xeydî ser her tişitê hûr û biçûk . Heya rojekê canê xwesteka berdana xwe kir
Memo karîbû êşa bûyara tirafîkê û da ser dilzîzbûne xweyî bavîtiyê lê dilê wê û hezkirina ji canê re ew da erdê
Ji qeher û derdê vê cîhanê memo ji mal derket hew xwe dît ve yî li ber deriyê mala bavê canê ya jinbava canê derî vegir pêşwaziya wî kir .
û jê pirsî xêra
Memo : ez canê divim
Jinbava canê: lawê min ser çava we 23
ya da wê biba
Canê hat : memo min berda
rebenê memo dilşkestî vegeriya mal .hewar û gaziya xwe gihand rû sipêyn herêmê
Lê wan jî tiştek ser ne xisit her canê jiya xwe nehat xwarê ev zêdeyî salekê ev rewşa memo ya bi sedê caran hewl dana lê canê ma ser ya xwa
Dawî memo canê berda
Roj û sal bihûrîn canê vê carê hevjînek ser kêfa jinbava xwe kir 3 qîz û lawikek jê ra çêbûn
Memo ji kerba canê û bûyera tirafîkê û ne anîbûna zaroka ji qehra bi nexweşiya pîs ket dawî jiyana xwe ji dest da û ser kêla wî hat nivîsandin Memê Canê tenê qewîtiya wî bû piştî mirna wî .
Rojekê piştî çand sala Canê hat ser tirba memo û kêla ser wî maçkir û girî jê re got : memo can , piştî te ev 15 peyz ser min va der berbas bûn bilî 4 gula min nedîd û min pir dixwest ez te jibîrkim . lê min jibîkir ez te jibîrkim . Min jibîkir ez te jibîrkim